TPB edibîyata çapemenîyê ku li gora kesên seqetîya wan di warê xwendinêde heye derdixe û bi deyn dide. Em pirtûkên di kasêtê de bi rêya pirtûkxaneyên din bi deyn didin û em pirtûken ji bo kora yekser didin bi deyn.
Kitêbên peyvkar çi ne?
Kitêbên peyvkar ev kitêb in ku di kasetê de hatine xwendin. Ew ji bo kesên ku ji ber astengan baş nikarin metnê çapbûyî bixwînin in.
Deynkirina kitêbên peyvkar
Hemû kitêbxaneyên ku li Swêdê ne kitêbên peyvkar bi deyn didin.
Deynkirin û siparîşdana kitêbên peyvkar timî belaş e.
Ji karmendên kitêbxaneyê bipirse, ew bi kêfxweşî alîkariya te dikin.
Xwendina kitêbên peyvkar
Meriv dikare kitêbên peyvkar bi çend awayan bixwîne; bi teyba kasetê, bi teyba kitêbên peyvkar yan jî di komputura bi programa xwendinê de.
Ji bo deynkirinê kîjan kitêbên peyvkar hene?
Di kataloga TPB ya Internetê de meriv dikare bibîne ku kîjan kitêb ji bo deynkirinê hene.
http://katalog.tpb.se
Ji welatên din jî deynkirina kitêbên peyvkar mimkun e.
Pirtûkxaneyên
Li cem TPB bi gelek zimana jî pirtûkên ji bo kora hene. Heger pirtûkên bi zimanê te tunebe TPB di kare li ser bixebite ji pirtûkxaneyên din li cîhane peyde bike.